Tevî serma û baranê berxwedana li Tişrînê didome 2025-01-23 13:42:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bendava Tişrînê çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.   Nobedarên li bendava Tişrînê ev 16 roj e çalakiya xwe berdewam dikin û daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk dikin. Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiya nobedariyê bû.   Tevî serma û baranê jî çalakvan ji bo rawestandina êrişan çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.   Duh jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî çalakvanên li bendavê kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanan de 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.