Polîsan êrîşê çalakiya ESP’ê kir: Gelek kes hatin binçavkirin 2025-01-22 20:34:30   STENBOL- Polîsan êrîşê girseya ku operasyona li dijî ESP, SKM Û SGDF’ê protesto dikirin, kirin û zêdeyî 40 kesan bi îşkenceyê binçav kirin.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo protestokirina operasyona ku duh sibehê hat kirin û 40 kes hatin binçav kirin, li pêşiya Operaya Surreya ya li Kadikoyê li hev civiyan. Polîsên destpêkirina çalakiyê girse dorpêç kirin û zêdeyî 40 kesan bi îşkenceyê dorpêç kirin.   Girseyê bi dirûşmeyên “Binçavkirin, girtin, zext nikarin me biçewisînin”, “Bijî piştevaniya şoreşgerî” bersiv da êrîşa polîsan.   Parlementerên DEM Partiyê ya Stenbilê Çiçek Otlû û Kezban Konûkçû û gelek sazî û partiyên siyasî piştgirî dan.Girseya ku piştî binçavkirinê li derveyî dorpêçê man û gelê li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berzkirin. Polîsan nehiştin ku kedkarên çapemeniyê dîmen bigirin.