Êrişên li hember Rojava didomin 2025-01-21 14:26:16        NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ya li hemberî Rojava berdewam dikin û gelek navend hatin bombebarankirin.    Ji dema ketina rejîma Baasê ve 8'ê Kanûn 2024'an Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Şervanên QSD'ê li hemberî êrişan berxwedanê dikin û gel jî bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetê digire. Ligel êrişa bendavê gelek caran êrişê herêmên din jî kir. Îro jî êriş berdewam kir.   * Li xeçerêya Sirînê ya li başûrê Kobanê kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan hat bombebarankirin.   * Gundewarê başûrê bajarê Kobanê hatin bombebarankirin.   * Şevê din gundewarên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bi çekên giran hatin topbarankirin.   * Bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bi çekên giran hat topbarankirin.