Li Torinoyê êrîşên li hember Rojava hatin protestokirin 2025-01-19 18:13:25   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Torinoyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava çalakiya deng derxistinê hat lidarxistin.   Li bajarê Torino ya Îtalyayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava çalakiya deng derxistinê hat lidarxistin. Çalakî li Qada Piazza Corignano hat lidarxistin. Înîsiyatîfa Defend Kurd û dostên gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hatin hildan.   Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn û bal kişandin li ser girîngiya deng derxistina li hemberî êrîşên li ser Rojava.   Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û hate diyarkirin ku wê piştevaniya bi gelê Kurd re xurt bikin.