Zeyneb Celaliyan ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin 2025-01-18 12:47:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand, zêdetirî 100 roj in girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yê hevdîtina bi malbatê û xizmetên bijîşk bê par hatiye hiştin.    Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê di derbarê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de agahiyan parve kir. Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku zêdetirî 100 roj in girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yê hevdîtina bi malbatê û xizmetên bijîşkî bê par hatiye hiştin.   Her wiha rêxistinê diyarkir ji ber êşkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî pirsgirêkên tendirustiyê bi Zeynep Celaliyan re çêbûne.   Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşan hat binçavkirin û bi tometa "Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda" cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.