Rojnameger Lava Îbrahîm: Em dengê gel in 2025-01-18 09:04:36   Rabîa Onver   WAN - Êrişên li hember Bendava Tişrîn û konvoya gel didome. Li Tişrînê rojnameger jî ji aliyê çapemeniya Tirk ve hedef tên girtin. Rojnamegera Lava Îbrahîm bertek nîşanê êrişan û hedefgirtina rojnamegeran da û got: “Tirkiye her ku têkoşîna gel, berxwedan şervanan dibîne nikarin li berxwe bidin û têk diçin. Ji ber vê bi çavsorî êriş dikin.”   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 8’ê Kanûnê û vir de dewleta Tirk û hêzên paramîlîger yên girêdayê wê li êrişê bendava Tişrîn dike. Di 8’ê Çile de bi hezaran kes ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi banga rêveberiya xweser hatin Bendava Tişrînê Bi êrîşên li hember Bendavê re gel konvoy ava kirin û xestin biçin bendavê. Lê bi dehan carê êrîşê gel hat kirin û gelek kesî jiyana xwe ji dest da.   Her wiha rojnamegerên çapemeniya azad yên li bendava Tişrîn nûçeyan dişopînin dibin hedef. Herî dawî 19’ê Kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin.   Rojnameger Lava Îbrahîm der barê êrİşên didomin û hedefgirtina rojnamegeran de axivî.   Êriş didomin   Lava Îbrahîm got Tirkiye û komên girêdayê wê SMO sê mehe êrişê Bendava Tişrîn û pira Karakozakê dikin û êriş ne tenê li van du herêman li derdora Kobanê, Til Temir û Zîrgan jî didomin û wiha got: “Sedem dagirkirina Rojava ye. Wek Serêkaniyê, Girê Sipî û Efrînê dixwazin ji vê kaosa nû ya Sûriyeyê fêdeyê bigirin. Lê li hember wan berxwedana YPJ û QSD’ê heye. Planên dagirkeran vala hatin derxistin. Dema roportaj tê kirin bi çavsorî êriş dikin.”   ‘Niha li hember welatiyên di nobetê de ne êriş hene’   Lava Îbrahîm bi lêv kir ku pêşengiya şoreşa ku 13 sale li ser piyane jin dikin û niha her kesî berê xwe daye bendava Tişrîn û di çalakiya nobetê de ne û wiha dirêjî dayê: “Roja ewilê gel çû Tişrînê êrîş kirin. 5 kes hatin qetilkirin. Ji van du  heb jin bûn. Yek endama navenda Jinan a Zenûbiya bû. Xwestin girseyê asteng bikin. Lê gel di berxwedanê de israr kir û plan vala derxistin. Niha li hember welatiyan êriş hene.”   ‘Hiqûqê nasnakin'    Lava Îbrahîm wiha  berdewam kir: “Li hember jin, zarok, rojnameger û sivîlan êriş hene. Dagiker hiqûqa navneteweyî nas nakin. Niha dewleta Tirk van êrişan didomîne.  Bi çavsorî êriş dikin. Yên herî zêde bi êrişan re tên rû hev jin û rojnamegerin. Êriş li her derê didomin. Nûçegîhan ji bo rastiyê parve dikin bi êrişan re tên rû hev. Girseyek mezin ji bo biçin Bendava Tişrîn ketin rê. Hevalên rojnameger û nûçegîhana Ronahî Tv Ciwana Cuma bi rojane heqîqetê radigihînin. Dewleta Tirk rastiyê hedef digire. Êrişên li hember rojnamegeran li hember gel in. Em rojnameger in û dengê gel in.”   ‘Tu tehdîd û êriş nikarin pêşî li me bigirin’   Lava Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê pênûs kameraya hevalên xwe li erdê nehêlin. Em ê heqîqetê binivîsin. Wan canê xwe da. Ya bikeve ser milê me jî xwedî derketina li kameraya wan e. Pêkanîna xeyalên wan e. Em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Tu tehdîd û êrîş nikarin pêşî li me bigirin.”