‘Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bê sûcin’ 2025-01-17 19:43:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên girtî yên li girtîgeha Lakan li Reşit ragihand ku ew nerazîbûna xwe nîşanê cezayê darvekirinê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn, dan û gotin: “Daxwaz dikin ku piştgiriyê bibin ji bo rawestandina cezayê darvekirinê.”    Nerazîbûnên li dijî darvekirina girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe zêde dibe. Îro 5 jinên girtî yên li Girtîgeha Lekan a li Reşit û endamên Kampanya ‘Roja Sêşemê na ji bo  darvekirinê’ peyamek dan.   Di peyamê de cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê hate şermezarkirin û ev hate gotin: “Em fikarên  xwe yên derbarê zêdebûna cezayê darvekirinê parve dikin bi taybet ji bo girtiyên bê guneh ên weke Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Mûcahîd Kurkur, MEhdî Hesenî û Bêhrûz Îhsanî.”   Her wiha jinan banga piştevaniya xurtir ji bo kampanyayên dawîkirina cezayê darvekirinê jî kirin.