Li Bendava Tişrînê 8 kes hatin qetilkirin û 55 kes jî birîndar bûn 2025-01-17 12:30:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li hemberî Bendava Tişrînê berdewam dike. Di encama êrişan de 8 welatî jiyana xwe ji dest da û 55 welatî jî birîndar bûn.    Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ji 8'ê Kanûna 2024'an ve êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Bendava Tişrînê zêdetir kirine.   8'ê Çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.   8'ê Çileyê    Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 kes hatin qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.   15'ê Çîleyê    Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek hat qetilkirin û 4 jî birîndar bûn.   Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 welatî hatin qetilkirin û 19 jî birîndar bûn.   16'ê Çileyê    Balafirên şer ên Dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek hat qetilkirin, 3 jê rojnamevan 17 şênî jî birîndar bûn.