Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Piştgiriya ku rayagiştî bide dê ji bo aştiyê bibe bingeh 2025-01-17 09:58:13   ENQERE - Der barê serdana 2 hefteyan a Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku TBMM û siyaseta demokratîk hemû hêza xwe dane ser çareseriyê û ev tişt hat gotin: "Piştgiriya berdewam a gel di avakirina aştî û çareseriyê de dê bibe bingeh."    Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de cih digirin, di 28'ê Kanûnê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, yekemîn têkiliya siyasî pêk anîn. Şande piştî vê têkiliya siyasî dest bi tura agahdarkirinê ya du heftiyan kir û li ser 7 xalên siyasî serdana partiyên siyasî yên ku di meclîsê de komên wan hene kir.      Şande têkildarî van hemû geşedanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Tevahiya daxuyaniya nivîskî wiha ye:   "Me di 28'ê Kanûnê 2024'an de li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin pêk anîn.   Di 3'yê Çileya 2025'an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Birêz Numan Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kirin. Hevdîtinên me bi Serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir. Me di navbera 11-12'yê Rêbendana 2025'an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî Birêz Figen Yuksekdag, Birêz Selahattin Demirtaş, Birêz Leyla Guven û Birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin pêk anî.   Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî ên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin.   Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.   Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi Birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekîtiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.   Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMM'ê de radiwestin.   Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekîtî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.   Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û DEM Partiyê dê bilîze. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.   Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekîtiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî derbarê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e.    Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.    Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.   Lijneya Îmraliyê ya DEM Partiyê"