Li dijî biryara der barê Pexşan Ezîzî de çalakî 2025-01-16 19:51:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Îran û şengalê di çalakiyê pêk anîn de cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Komîteya Seranser ya Xwendevanên Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara bicihkirina darvekirina Pexşan Ezîzî ya rejîma Îranê ve daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Rejîma Îranê li gel her bêdengkirin, qetilkirin, girtin, binçavkirin û darvekirina neyarên xwe, peyama bêdesthilatiya xwe zelal dike. Darvekirina Pexşan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê ve nîşana dijayetî û dijmintiya jinê ye.Her wisa hate gotin ku desthilata rejîma Îranê di nav gelê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de şikest xwariye û li ber lêva wêranbûnê ye. Ji ber wê yekê jî kiryarên rejîma Îranê û bandora wê li ser têkoşîna me, dê Îranê hîn zûtir ber bi wêranbûnê ve bibe.Di vê çarçoveyê de em bang li mafên mirovan, rêxistinên navnetewî, xwendekar, mamosta, sendîkayên cuda dikin ku heta ku hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Îranê bidomîne û bi yekitî li dijî Îranê têbikoşin.”   Şengal   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî hewldanên cêbicêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û tevî nerazîbûnan betal ne kirina cezayê darvekirinê daxuyaniyeke çpameniyê da.   Tevî endam û rêveberên TAJÊ, jinên di nava meclîsên gel ên Rêveberiya Xweser de jî tevlî daxuyaniyêbûn. Li ser navê TAJÊ Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen axivî. Riham Hesen da zanîn di sedsala 21’emîn de jî gelek êrişên pir alî li ser jinê dewam dikin û got: “Dewletên desthilatdar êrişên xwe yên fizîkî, derûnî û pir alî yên li ser jinan dewam dikin. yek ji wan dewleta ku bi eşkereyî dijminahiya jinê dike jî rejîma Îranê ye. Li gorî daneyên fermî di nava sala borî de zêdeyî 900 kesî hatine darvekirin. Niha jî gelek jin di girtîgehên Îranê de ne û yek ji wan jî rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî ye. Di warê fizîkî û derûnî de tundî li beramber tê bikaranîn, cezayê darvekirinê jî lê hatiye birrîn. Armanca ji cezayê darvekirinê tunekirina îradeya jinê û mafên wê heye.”   Banga mezinkirina têkoşînê   Riham Hesen dazanîn ew piştgiriyê didin berxwedana Ezîzî û wiha axivî: “Em weke jinên Êzidî piştgiriyê didin berxwedana Pexşan Ezîzî. Li herderê dijminên jinan yek in. Ji ber vêya divê em têkoşîna xwe bikin yek. Em bang li hemû sazî û rêxistinên jinan dikin, li dijî van cezayan xwedî yek helwest bin. Li Îranê jinên bajarê Sineyê jî çalakî kirin, em ji Şengalê dibêjin, li gel têkoşîn û berxwedana we ne.”   Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.