Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan wê xîtabî jin û ciwanan bike 2025-01-16 12:48:14       ENQERE - Ji Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku hewldanên niha weke lêgerîna li çareseriyê dikare bê pênasekirin û destnîşan kir ku divê her kes bi baldarî nêzî van hewldanan bibin û got: "Birêz Ocalan wê di hevdîtina xwe ya duyemen de ji bo jin û ciwanan biaxive. Ji bo wan wê bangeke taybet bike.   Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan ku 28'ê Kanûna 2024'an serdana Îmraliyê kir û ji 2'ê Çileya 2025'an û pê ve jî serdana partiyên siyasî yên li Meclîsa Tirkiyeyê û hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş kir, têkildarî van hevdîtinan ji Jin TV re axivî.   Pervîn Bûldan di bernameya '7. Gün' de bersiv da pirsên rojnamevan Fîlîz Koçalî û ji bo pirsa "Gelo mirov dikare navekî çawa li pêvajoyê bike" bersiveke bi vî rengî da: "Ez destpêkê hemû temaşevanên yekem televîzyona jinan  Jin Tv silav dikim. Ez xwe gelek bextewar dibînim ku beşdarî deng û rengê jinan Jin TV bûme. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Bi nêrîna min hevdîtinên niha tên kirin weke pêvajoyeke bi navkirin hîn zû ye. Lê em dikarin weke lêgerîna li çareseriyê pênase bikin.   Dema em çûn Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de Meclîs weke navenda çareseriyê destnîşan kir. Em jî li ser vî esasî tevgeriyan û me bi serok û endamên partiyên ku komê wan li meclîsê hene hevdîtin kirin. Mirov dikare bejê hevdîtin bi dawî bûn. Di hemû hevdîtinan de nêrin, rexne û pêşniyarên bi qîmet hatin kirin. Weke şande roja Înê em ê encamê hevdîtinan bi daxuyaniyeke eşkere bikin. Paşe em ê ji bo hevdîtina duyem ji bo çûna Îmraliyê serlêdanê bikin."   Ji bo pirsa 'Çima divê her kes bi baldar û erênî nêzî vê mesele bibe' jî Pervîn Bûldan nêrînên xwe wiha anî ziman, "Girîng e her kes haydar û hişyar nêz bibe. Ev ji bo herdu aliyan jî derbasdar e. Ji bo birêz Ocalan û desthilatê jî wiha ye. Ji ber ku di hevdîtina duyem û sêyem de wê çi biqewime kes ji me nizane. Em ê hemû bişopînin û bibînin.   Ez niha ji yekem televîzyona jinan re diaxivim. Bi vê wesîleyê dixwazim bêjim; Birêz Ocalan wê di hevdîtina xwe ya duyemen de ji bo jin û ciwanan biaxive. Ji bo wan wê bangeke taybet bike. Ji ber min di hevdîtina yekem de silavê tevgera jin û ciwana jê re bir. Wî jî got, ez ê di hevdîtina duyem de bersiva silavên wan bidim."