Nuray Çevîrmen:Pergala heyî mafê tenduristiyê ji holê rakiriye 2025-01-14 09:03:49   Arjîn Yuksekbag   ENQERE - Hevseroka ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne navendên îşkenceyê û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ragîhand.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û rayedaran der barê mijarê de tu gav neavêtine.Tevî ku rewşa girtiyên nexweş gelek caran hatiye rojevê jî hîna binpêkirinên mafan tên jiyîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan ên ku bi rêya nameyên girtiya nexweş Selver Yildirim hatine de nirxandin kir.   ‘Pirsgirêkên kronîk dibin sedema binpêkirinan’   Nuray Çevîrmen  da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan tên jiyîn û got: “Pirgsirêkên mezin yên girtiyan di alî maf de hene. Bêguman mafê jiyanê mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Pisgirêkên girtî dijîn pir alîne. Ji sewqkirina nexweşxaneyan bigire heta dirêjkirina dema sewqkirina, derxistina revîran bi mehan şûnde, peydakirina dermanan û pirsgirêkên xurekan. Gelek pirsgirêk hene. Pisgirêkên nayên dermankirin piştî demekê kronîk dibin û ev jî mafê jiyanê binpê dike.”   ‘Girtî dema diçin nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn’   Nuray Çevîrmen di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî esas ya tenduristiyê ye û got: “Mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Dermankirina bi kelepçe û wesayîtên rîngê wek amûrên îşkenceyê ne. Ji ber vê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyan. Girtiyên nexweş bi saetan di wesayîtên rîngê yên wek qutî de tên sekinadin.”   'Bi destê doktoran mafê girtiyan tê astengkirin  mafê'   Nuray Çevîrmen di berdewamiyê de daxuyakirin ku girtî di dema dermankirinê de bi polîtîkayên newekheviyê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Di vê mijarê de doktor tiştên dikevin ser milê wan nakin.  Kelepçe nayên vekirin. Nevekirina kelepçeyê tê wateya binpêkirina maf.Mixabin xebatkarên tenduristiyê û doktor kelepçeyan venakin. Doktorên berê li dijî vê hestiyar bûn, di çarçoveya rêgezên etîk de tevdigeriyan niha pergaleke wisa dertê pêş. Bêguman ev encama polîtîke.”   ‘Ji bo serlêdanan bersiv nayên dayîn’   Nuray Çevîrmen destnîşan kir ku di vî alî de gelek serlêdan û name tên şandin û got ew jî di van mijaran de serlêdanan dikin lê bersivek fermî nayê dayîn. Nuray Çevîrmen wiha dirêjî dayê: “Me hinek agahî girtin ku doktor bi hinceta ewlehiyê kelepçeyê dernaxin. Di vê mijarê de xebatê der barê perwerdekirina di vê mijarê de ya yekitiya tabîbên Tirk hebû. Lê em ji encaman dibînin ku ji aliyê hekîman ve ev pir zêde nehatiye esas girtin. Pergaleke ku mafê tenduristiyê ji holê rakiriye, hatiye avakirin.”   Gelek caran bêyî dermankirinê vedigerin   Nuray Çevîrmen balkişand ser binpêkirinên mafan ên ku girtiya nexweş Selver Yildirim di nameya xwe de nivîsiye û wiha dirêjî dayê: “Selver Yildirim girtiya nexweşe û ji çavên xwe pirsgirêkên cidî dijî. Li Nexweşxaneya Bajar ji ber dermankirina bi kelepçe red dike û naxawze bi rîngê biçe  vedigere girtîgehê. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî yên girtiyan hene.Divê ev binpêkirin li ber çavan bên girtin.  Pewir dikeve ser wezareta tenduristî, edalet û karê hundir. Divê bi dengekî hevpar em jî li dijî van binpêkirinên maf têbikoşin.”