Li Îzîmîrê çalakiya Serê Salê 2025-01-12 16:17:11       ÎZMÎR - Li îzmîrê bi çalakiyên cûr bi cûr serê salê hat pîrozkirin.   Kurdên ku salnameya Rumî esas digirin 13 çileyê wekî serê salê pênase dikin. Di vê çarçoveyê de li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin û wê ev çalakî sibe jî dewam bikin.  Jinartê jî di vê çarçoveyê de li avahiya xwe ya li Basimaneyê çalakiya pîrozbahiyê li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên sazî ûdezgehên sivîl tevli çalakiyê bûn. Çalakiya ku bi şahiya ji bo zarokan hat destpêkirin, bi xwarinên netweyî û bi çûroka Sêva Mêekrej berdewam kir.    Hunermendan Jinartê Belkise Suleymanoglu, bal kişand ser girîngiya serê salê û wiha got, "Ev çalakî di dîrok û çanda me de gelek girîng e. Mirov bi vê bîrozbahiyê re bawer dikin ku ewê azad bibin."   Piştî axaftinê çalakiyê bi stranên dengbêjan û zugotiniyan dewam kir.