Ji Şaredariya Peyasê Ji bo Pisîkan Projeya Xaniyên 2+1 2025-01-08 13:24:57        AMED - Şaredariya Peyasê, bi taybetî di mehên zivistanê de ji bo pisîkên bêxwedî li gelek deverên bajêr malên pisîkan vedike û xwarin û avê li wir datîne.    Şaredariya Peyasê xizmetên mirovî û xwezayî didomîne. Xebatên li ser kedîkirina Pisîkan zêde kir û li ajalên bêxwedî xwedî derdikeve. Şaredariyê 60 malên pisîkan ên ku bi derfetên xwe hildiberandin li atolyeya hilberînê ya Gerînendetiya Park û Baxçeyan, li gelek nuqteyên ji berê diyarkirî yên bajêr bi cih kir. Ji bo ev hejmar zêde bibe di atolyeyê de hilberîna malên Pisîkan berdewam dike.   Xwarin û Xizmeta Tenduristiyê   Xebatên şaredariyê her tim xwarin û avê li malên ji bo Pisîkan hatiye amade kirin datîne. Li Çadır-Vetê beytarên ku xizmetê ji bo ajalên bêxwedî dide meşandin li parka 75an, li noqteyên ji bo Pisîkan hatiye amade kirin yek bi yek li ber çavan derbas kirin û Pisîkên li wir tev di warê tendirûstiyê de li wan hate nihêrtin.