Welatiyên Qamişlo û Kobanê:Em ji bo parastina herêmê amade ne 2025-01-03 20:24:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarên Qamişlo û Kobanê destnîşan kir ku ew amade ne xwedî li banga Rêveberiya Xweser derkevin û di berxwedana herêmê de cih bigirin.   Êrîşên Tirkiye û û çeteyên girêdayê wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîn.Piraniya êrişan li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê yên başûrê Kobanê û rojhilatê Minbicê ne.   Girêdayî wê, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew amade ne herêmên xwe ji êrişên Tirkiye û çeteyên wê biparêzin.   Di heman çarçoveyê de, şêniyên gundê Taşok ê rojhilatê bajarê Kobanê jî daxuyaniyek dan û ew amade ne gund û bajarên xwe biparêzin û êrişên Tirkiye û çeteyan wê têk bibin.