DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîş 2025-01-02 16:49:51     AMED - Pêkhateyên DAKAP'ê çûn serdana malbata Rojîn Kabaiş û xwestin berpirsyar bên dîtin û malbata Yezda Akgul a hatî qetilkirin ziyaret kirin.   Pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi boneya piştevaniyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a li Wargeha Jinan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima û cenazeyê wê piştî 18 rojan di 27’ê Îlonê de di bin şert û mercên bi guman de winda bû hat dîtin. Di serdanê de pêkhateyên DAKAP, Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Parlamentera Amedê Adalet Kaya, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevserokên parêzgeha Amedê DEM, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn.   Zincîra îhmalkariyan    Bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş li vir axivî û diyar kir ku ew bawer nakin keça wî 18 roj in di nava avê de maye û dema çû otopsiyê keça xwe dît, li ser bedena wê şopa lêdanê heye. Diyar kir ku ji roja keça wî hatiye windakirin ve zincîreyek xemsariyê heye û divê berpirsyar bên dîtin.    Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di serdanên xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî veşartina doza Rojîn û qetilkirina jineke din bêdeng nemînin.   Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, diyar kir ku wan pêşnûmepirs pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kirine û got, tê xwestin xemsariya di dozê de bê veşartin û ew ê destûrê nedin vê yekê. Adalet Kaya ji malbatê re got ku ew bi wan re ne.   DAKAP'ê ji bo malbata Yezda Akgul a di 30'ê Kanûna 2024'an de hat qetilkirin jî sersaxî xwest.