'Em paradîgmaya Abdullah Ocalan biparêzin' 2024-12-31 15:26:49       MÊRDÎN –  Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobedê ya li dijî êrîşan 19 roj in li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo berdewam dike de axivî û got, “Divê em piştgiriyê bidin fikrên Ocalan. Rojava rûmeta me ye. Aştî daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike."   Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 19’emîn de didome.   Girseya ku di saetên danê nîvro de dest bi kombûnê kir, bi berdilkên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Ji şer re na", "Bîjî berxwedana Rojava" ve balê dikişîne ser êrîşên li dijî Rojava. Girseya ku ji Mêrdîn û navçeyên wê nobedê digirin bi dirûşmeyên "Bîjî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî", "Bêdengî mirin û berxwedan jiyan e" berxwedana xwe berdewam kirin. Her wiha girseyê bi kilamên kurdî û awazên berxwedanê deng da Rojava.   Di roja 19'an a nobedê de gelek kesên ji Bêdlîsê çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan çalakiya nobedê. Rêxistina DEM Partiyê ya Bêdlîsê bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” ket qada çalakiyê û bi dirûşmeya “Bîjî berxwedana Rojava” piştgirî da çalakiyê.   Di çalakiya ku pankarta "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin" hat vekirin de, tevî barana zêde, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.   'Em ê îro û sibê li vir bin'   Hevserokê bajarê Bêdlîsê yê DEM Partiyê Fîkret Bîrlîk jî got, “Em li hemû cîhanê bin jî divê yekîtiya xwe ji bo gelê xwe pêk bînin. Îro divê em hebûn û çanda xwe bi Rojava re biparêzin. Em bi hemû hebûna xwe li cem gelê Rojava ne. Divê em li ser paradîgmaya ku Rêbertî li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat daye pêşiya me bibin yek. Divê hemû cîhan dengê xwe bide vî dengî. Em îro li vir in û roja din jî em ê li vir bin."   'Rojava rûmeta me ye, daxwaza me ya aştiyê ye'   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û got, “Barana ku li vir dibare, li Qamişlo jî dibare. Ji ber vê yekê, tiştê ku li vir diqewime li wir tê hîskirin û jiyîn, ya ku li wir diqewime li vir tê hîskirin û jiyîn. Ji ber vê em li Rojava paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan diparêzin. Birêz Abdullah Ocalan bi 7 xalan plana ku em çi bikin danî. Em çawa aştiyê mezin dikin? Lewma divê beriya her tiştî em piştgiriyê bidin fikrên birêz Ocalan. Rojava rûmeta me ye. Aştî daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike."   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.