Li ser sînorê Kobanê peyama 'Hêviya aştiyê birêz Ocalan e' 2024-12-31 14:48:09   RIHA – Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê de axivî, bal kişand ser hevdîtina dawî ya Îmraliyê û got, "Hêviya aştiyê ya gel birêz Ocalan e."   Çalakiya nobedê ya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 9’emîn de berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), MEBYA-DER çalakiya nobedê lidar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Rêxistinên bajar û navçeyê yên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Riha û gelek kes tevlî bûn.   Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir de wêneyên Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û pankartên bi nivîsa "Nazim, Cîhan rûmeta me ye", "Rojava xeta meya sor e" û "Em ê bi ser bikevin" hatin hilgirtin.    Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Erxaniyê Kenan Çoban di daxuyaniyê de axivî û got, "Em diyar dikin ku êrîşên li ser Rojava didomin wê nebin çareserî. Çareserî çareseriya xwişk û biratiya gelan e."   Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê de axivî, bal kişand ser hevdîtina dawî ya Îmraliyê û got, "Hêviya aştiyê ya gel birêz Ocalan e."   Piştî daxuyaniyê serdana esnafan hat kirin û ji bo meşa 3'ê Çile ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin, belavok belav kirin.