Krîza aborî kûr dibe: Bila pergal biguhere 2024-12-31 09:02:20   Rabîa Onver   WAN - Jinên ku me ji wan sedema kûrbûna krîza aborî pirsî gotin, “Ji ber krîza aborî kar tune ye, mirov nikare kar peyda bikin. Bi taybetî li Wanê derfetên kar nînin. Ez nizanim kî dê me bibîne û bibihîze û em dixwazin ev perga were guhertin."   Bandora qeyrana aborî li ser hemû qadên jiyanê her ku diçe girantir dibe. Di dema ku gel bi zehmetî pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda dike, hejmara welatiyên ku dest vala ji sûkê vedigerin roj bi roj zêde dibe. Her çend ew bûdceya ji bo dan û stendina bazarê vediqetînin zêde dikin jî, gelek kes neçar dimînin ku destvala vegerin malên xwe û pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî nikarin dabin bikin.     Li bazara taxê ya ku li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hatiye vekirin, bihayê sebze heta 100 TL derdikeve, bihayê fêkî di navbera 90-100 TL de diguhere. Tevî derdora herêmê sîno jî ji ber kontrolên tund welatî nikarin malzeme ji derve bistînin. Ev rewş hem buhayê bazarê zêde dike û hem jî dibe sedema kêmbûna firotinê.   Jinên ku hatin bazara Taxa Xaçortê diyar kirin ku ji ber zêdebûna biha ew nikarin debara xwe bikin.   'Em dixwazin aborî bê sererastkirin'   Naciye Işik, da zanîn ku buhayê bazarê û bihayê marketê bi hev re hevrikiyê dikin û got, ji ber krîza aborî kes nikare debara xwe bike. Naciye Işik wiha dewam kir, “Em her tim bi zêdebûna bihayan şiyar dibin. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Ez û hevjînê xwe tenê li malê ne, lê em nikarin debara xwe bikin. Bihayê bazarê gelek zêde ye. Kîloyek sîr bi 300 TL ye. Em nikarin debara xwe bikin, em di demek zehmet de ne û em dixwazin ku aborî bê sererastkirin."   'Di destpêkê û dawiya bazarê de ferqa biha heye'   Zeynep Eryilmaz, diyar kir ku krîza aborî herî zêde bandorê li ser bihayê zebze û fêkî dike û anî ziman ku mehane 10 hezar TL distînin û bi vî mûçeyî nikarin debara xwe bikin. Zeynep Eryılmaz wiha dirêjî da axaftina xwe, “Her roj bihayê her tiştî zêde dibe. Mirov nikarin ji bo malên xwe tiştekî bikirin. Dema xwendekar hebin jî bihatir dibe. Em nikarin berhemên kirtasiyê bikirin. Em 10 hezar TL mûçe distînin û em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Bihayê bazarê kêm e, lê dema em diçin heman tişte. Di serî û dawiya bazarê de ferqa bihayê heye. Marolek 70 TL ye. Sedema krîzê kesên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin e. Em li bazarê li tiştên erzan digerin û hewl didin wan bikirin."   'Em dixwazin pergal biguhere'   Emîne Aslan, anî ziman ku ji ber buhabûnê êdî nikarin ji bazarê dan û stendinê bikin û got ku ew bi butçeya ku ji bazarê re veqetandine  hema bêje dest vala vegeriyan malên xwe. Emîne Aslan got, “Em 900 TL tînin bazarê û bi çar-pênc parçe tişt vedigerin malê. Hêjayî gotinê ye ku em baş dizanin berpirsê van kî ye. Em dixwazin ev pergal biguhere da ku biha wek berê erzan bin. Nanek 9 TL ye, mirov wê çi bixwe û çi vexwe? Ji ber ku aborî di krîzê de ye, kar nemaye û mirov nikarin kar bibînin. Bi taybetî li Wanê derfetên kar nînin.  Ez nizanim dê kî me bibîne û bibihîze, lê em dixwazin ev pergal biguhere."   Bihayên sebzeyên teze û yên xerabûyî yek in   Sarya Aksin, diyar kir ku ji ber krîza aborî ew di rewşeke nebaş de ne û got ku roj bi roj debar zamet tir dibe. Sarya Aksin ev tişt got, “Em tên bazarê û çi erzan e em dikin. Bihayê hertiştî gelek zêde ye. Xwendekarên me hene û em nikarin pêdiviyên wan bi cih bînin. Kar tune lê her roj bihayê hertiştî zêde dibe. Em nizanin dê çawa bikin. Sebzeyê teze û riziyayî heman biha ye. Ji bo çareserkirina krîzê divê gel werin cem hev û bibin yek."   'Yên xwedî pere dikirin yên bê pere jî birçî dimînin'   Vahide Arikan, anî ziman ku ew her sibe bi buhayên nû ji xew şiyar dibin û diyar kir ku bihayên erzaq û zebze her tim zêde dibin. Vahîde Arikan got, “Em nikarin ji dikandaran ne jî ji  bazarê tiştekî bikirin. Esnaf jî di rewşeke zehmet de ne û nikarin tiştekî bikirin. Kirê, ceyran û gaz her tim zêde dibin. Debara jiyanê  niha gelekî zehmet bûye. Dewlemend bi ser dikevin, lê xizan bêçare dimînin. Kesên ku pereyên wan hene diçin dan û stendinê dikin û yên ku pereyên wan tune ye birçî dimînin. Her kes di rewşeke dijwar de ye, em dixwazin aborî bê sererastkirin."