Girtiya siyasî Serunaz Ehmedî hate berdan 2024-12-30 16:08:21        NAVENDA NÛÇEYAN - Sudabe Belalî diyar kir ku îro Serunaz Ehmedî ji Girtîgeha Evînê piştî salek û nîv bi şert hate berdan.   Sudabe Belalî dayîka Serûnaz Ehmedî di malpera xwe ya medya dijîtal de ragihand ku îro keça wê girtiya siyasî Serûnaz Ehmedî ji girtîgeha Evînê piştî salek û nîv hate berdan.   Hate diyarkiirn ku Serûnaz Ehmedî ji ber zextên çalakvanan bi şert hate berdan.   Di meha Mijdara 2022’yan de Wergervan û çalakvana mafê zarokan Serûnaz Ehmedî li gel hevjînê xwe Kamyar Fekur di çalakiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatin binçavkirin. Beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ û ‘kombûn û komplo ji bo têkbirina ewlehiya netewî” 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.   Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Serûnaz Ehmedî pêştir jî di dema êrişa hêzên ewlehiyê ya ser hucreya jinan a girtîgeha Evînê de dilgiran bû û rakirin nexweşxaneyê.