Tulay Hatîmogullari: Nirxandina birêz Ocalan bangek dîrokî ye 2024-12-29 13:51:02       NAVENDA NÛÇEYAN -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got, "Nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê bangeke dîrokî ye ku dikare çarenûsa Tirkiye û herêmê biguherîne."    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parve kir.   Tûlay Hatimogullari ev tişt got: “Nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê bangek dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne. Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurd û destpêkirina pêvajoyeke aştiya demokratîk êdî bûye berpirsyariyeke ku jêneger e. Di vê dema krîtîk a ku em tê re derbas dibin de, pêwîste hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên erênî û wêrek bavêjin. Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bingeha herî girîng a vê pêvajoyê ye. Rêya aştî, demokrasî û xuh û biratiyê; di gavên wêrek ên ku bi hev re bên avêtin re derbas dibe. Di vê xalê de divê tu gumana tu kesî nebe ku em ê weke DEM Patiyê hemû erkên xwe bi cih bînin û pêşniyarên çareseriyê yên erênî berfireh bikin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin."