Doza Narîn Guran: Piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê 2024-12-26 10:22:57   AMED - Jinên ku berî 2'yemîn rûniştina Narîn Guran axivîn wiha gotin:"Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya me mezin bikin, dengê me bilind bikin ûpiştgiriyê bidin têkoşîna edaletê."    Narîn Guran a 8 salî li Taxa Çûlî ya navçeya Rezana Amedê hatibû qetilkirin. 2'yemîn rûniştina doza Narîn Guran a ku bersûc jê tên darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Baroya Amedê, gelek serokên baroyan, parêzer, Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM'ê, nûnerên saziyên zarok û jinan, saziyên civaka sîvîl û gelek nûnerên partiyên siyasî her wiha gelek parlamenter tevli rûniştinê bûn.    Di daxuyaniyê de di destpêkê de rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat got ew ji bo daxwaza edaletê bilind bikin li vir in.    Merve Karadaş a metna çapemeniyê xwend got ew ê şopdarê doza Rojîn û Narînê bin. Her wiha Merve Karadaş da zanîn ev cinayet ne takekesî ye sîstematîk e.    Merve Karadaş da zanîn ew encax bi piştevanî û têkoşînê guhertinekê çêbikên û got:"Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya me mezin bikin, dengê me bilind bikin ûpiştgiriyê bidin têkoşîna edaletê."    Piştre girse ji bo rûniştinê derbasî eywana rûniştinê bûn.