Li kolanên Amedê jin: Bila şer bi dawî bibe! 2024-12-26 09:02:53   Gulistan Gulmuş-Pelşîn Çetinkaya   AMED - Êrîşên li hember Rojava her diçin zêde dibin û jinên Amedê bertek nîşanê êrîşan dan. Jinan diyar kirin ku bila dewlet li şûna berjewendiyên xwe aştiyê pêk bîne.   Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayê wê li hember gelê Rojava êrîşên xwe roj bi roj berfireh dike. Li herêmê gelek kes hatin qetilkirin û gelek cih hatin dagirkirin. Ev êrîş didomin û serokê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Mazlum Ebdî di 11’ê Kanûnê de daxuyakirin ku agirbest pêk anîne. Lê Tirkiyeyê guh neda vê biryarê û komkujî û îşkenceyên xwe domand. Di vî şerî de yên ku bêguman herî zêde bi bandor dibin xebatkarên çapemeniyê ne. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku nûçe dişopandin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Bertekên li dijî êrîşan ji her derê cîhanê didomin.   Li Amedê jinan der barê êrîşên li hember Rojava de nirxandin kirin.   ‘Dewlet li şûna berjewendiyan divê aştiyê pêk bîne’   Ayşe Karataş: Bi rastî ev rewş gelek xemgîn e, divê dawî li vî şerî bînin, bila êdî bi dawî bibe. Divê êdî ev mirov xemgîn nebin, mexdûr nebin û nemirin. Divê êdî dest navêjin wan, ez qet qebûl nakim. Ez dixwazim dewlet alîkariyê bike û çi pêwîst be bike. Bi dîtina min, eger hemwelatîbûna wan a Komara Tirkiyeyê hebe, mafê xelkê wê heye ku li welatekî aram bijîn û divê wan bînin vir an jî bişînin welatekî din ku tê de aram bin û şer lê nebe. An jî divê şer biqede. Helbet ez wek mirov naxwazim kes xemgîn bibe, bila kes negirî û bila kes nemire. Ez wisa difikirim ku ew ê vê yekê binirxîne ger dewlet bi erka xwe tevbigere. Divê dewlet li şûna ku berjewendiyên xwe misoger bikin, aştiyê pêk bînin.   ‘Em qetilkirina rojnamegeran şermezar dikin’   Fîlîz Salîhoglu: Bila şer raweste, her kes here welatê xwe. Em rehet bin, ew jî rehet bin. Yanî ez qetlîamê bi tu awayî baş nabînim, tehemûl nakim. Em kuştina du rojnamegeran şermezar dikin. Ji bilî vê, jiyana her kesê ku li wir hat qetilkirin girîng e. Em şer bi her awayî şermezar dikin. Şer ne tiştekî baş e. Divê aştî pêk were, lihevkirin bên kirin, şer rawestin. Divê mirov li mafê xwe yê jiyanê xwedî derkeve, ango mirov di her mijarê de bifikire. Azadiya gel niha bi tu awayî nayê hesibandin. Bila şer rawestin.   ‘Yekane daxwaza min her kes li dijî şer bibin yek’   Aynur Zehra Şîwa: Em naxwazin malên me ji nû ve bên hilweşandin. Em dixwazin şer bi dawî bibe, lê şer dîsa dest pê kir. Dema em hatin vir ji bo me hestekî pir xerab bû. Dema me bihîst ku dîsa şer dest pê kiriye em gelekî xemgîn bûn. Em kêfxweş bûn ku belkî şer biqede û em vegerin cihê xwe, lê şer didome. Her ku em dibêjin baş dibe, xerabtir dibe. Ez hêvî dikim ku ew baştir bibe û em bikaribin vegerin. Daxwaza min yekane ew e ku hemû kes bên cem hev û li dijî vê yekê rabin ser piyan. Werin em hemû bibin yek.   ‘Em dixwazin şûnde vegerin’   Fatma Şîwa: Em dixwazin her tişt baş be, şer bê rawestandin û em vegerin. Bila dayik negirîn, zarok sêwî nemînin. Ger şer bi dawî bibe em dixwazin vegerin.    Dîlan Uvat: Ez ji ber qetilkirinên jinan gelek xemgîn dibim. Li Rojava jin tên qetilkirin û malên wan tên xerakirin. Cihê wan tune ye ku herin. Em li hemberî van bêhtir xemgîn dibin. Ji bo rawestandina şer ji aliyê  rêveberiyê ve maseyek dikare were avakirin. Ez dixwazim aştî û wekhevî pêk were. Ez dixwazim bêtir qadên azadiyê hebin."