Eulâlia Reguant: Paradîgma Abdullah Ocalan pêşniyara demokratîkbûnê ye 2024-12-16 09:04:47     Melek Avci   ENQERE - Parlamentera Katalonyayê Eulâlîa Reguant da zanîn ku divê civaka navneteweyî tehdîda DAIŞ’ê û Şoreşa Rojava ji nû ve bi bîr bîne û got: “Bi rêveberiya xweser re paradîgma Birêz Ocalan ya ku 10 sal in tê axaftin, yekane pêşniyara demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Ji ber vê divê her kes guh bide gotinên Birêz ocalan û tecrîdê bişkînin. Yekane rê ev e.”   Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û Abdullah Ocalan diyar kiribû ku ji bo aştiyê her tim amade ye lê tecrîd didome. Her wiha Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotibû: “Em dikarin vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin. Me ev pirsgirêk dikaribû di sala 2000’î de jî çareser bikira. Di 1999’an de min got ez dikarim ji çareseriyê xizmetê bikim. Niha jî dibêjim. Gotin ‘Apo ji bo xwe xilas bike vê dike’. Lê em hîna di wê nokteyê de ne; hîna mijara li parlamentoyê tê axaftin ev e. Sal 2024 e, hîna pevçûn hîna neçareserî heye.”   Piştî vê hevdîtinê, heyetek navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di 3’yê Kanûnê de hat Enqereyê. Parlamentera Katalonyayê Eulâlîa Reguant jî di heyetê de bû û çavdêriyên xwe yên di vê serdanê de anî ziman û got yekane mifteya çareseriya şerê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê Abdullah Ocalan e.   ‘Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê gav neavêtiye’    Parlamentera Katalonyayê Eulâlîa Reguant diyar kir ku tevî biryarên pêşniyara ku saziyên navneteweyî daye yek pêk nehatiye û got: “Ji bo serdana Birêz ocalan û şikandina tecrîdê em hatin Tirkiyeyê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pevçûnên Rojhilata Navîn em ketin tevgerê. Lê tişta me di serdanê de dîtiye,Tirkiyeyê pêşniyarên ji bo mafê girtiyan pêk neaniye. Gelek saziyên navneteweyî yên dibêjin divê tecrîd bi dawî be hene. Em li Stenbolê bûn. Me hevdîtin bi parêzerên Ocalan re kirin. Me bi rêxitinên maf re hevdîtin kirin. Lê tişta me dît Tirkiye rêbazên hiqûqa navneteweyî pêk nayne.”   ‘Yekane kesê vî şerî bide rawestandin Birêz Ocalan e’   Eulâlîa Reguant balkişand ser daxuyaniyên li ber Wezareta Dadê dane û serlêdana kirine û got: “Em dibêjin Birêz Ocalan mifteya çarseriyê ye û yekane kesê vê pevçûnê ji holê radike ye. Abdullah Ocalan bi fikra çareseriya demokratîk dikare bibe mifteya çareseriya şerê li Rojhilata Navîn. Dema pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirin em li Enqereyê bûn. Yekane tişta em endamên delegasyonê difikirin, şikandina tecrîdê ye. Ji ber azadbûna Birêz Ocalan di heman demê de çareseriya pevçûna li herêmê ye.”   Ne li pey çareseriyê li pey îmajê ye   Eulâlîa Reguant balkişand ser gotinên aştiyê yên Tirkiyeyê û wiha daxuyand: “Desthilatdarî hewl dide îmaja xwe paqij bike. Hikûmet hewl dide nîşan bide ku hinek gavan davêje. Lê ew jî bi gavên xwe bawer nake. Belê biraziyê wî Omer Ocalan çû hevdîtinê. Piştî salan şûnde ev hevdîtin hat kirin. Lê tenê bi gotinan dimînin. Ev gavên asgarî ne. Hîna tecrîdê didomînin. Naxwazin pirsgirêkê çareser bikin.”   ‘Ji bo Rojava yekane pergala bi fêde ye’   Eulâlîa Reguant daxuyakirin ku divê bi lezgîn tecrîd rabe û wiha bi lêv kir: “Bi rêveberiya xweser re paradîgma Birêz Ocalan a ku 10 sal in tê axaftin, yekane pêşniyara demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Ji ber vê divê her kes guh bide gotinên Birêz Ocalan û tecrîdê bişkînin. Yekane rê ev e. Ev dikare bibe paradîgmaya Sûriyeya nû tê avakirin. Ji ber vê divê her kes daxwaza şikandina tecrîdê bike. Yekane paradîgma bi fêdeya ji bo Rojhilat û Sûriyeyê ev e.”   ‘Em bi dengekî bilind paradîgmayê vebêjin’   Eulâlîa Reguant di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em di asta navneteweyî de dengê Kurdan bilind bikin. Divê em paradîgmaya Birêz Ocalan vebêjin. Ji ber vê me li Katalanyayê sê sal berê li parlamentoyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek aktor nas kir û divê em wek rêveberî bigirin dest. Lê ev têr nake. Ev gavek bû. Divê niha em ji bo şikandina tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Divê civaka navneteweyî tehdîda DAIŞ’ê û Şoreşa Rojava ji nû ve bi bîr bîne. Parastina mijara Kurd girîng e.”