Li Lubeckê ji bo Rojava meş hat lidarxistin 2024-12-15 20:44:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubeckê li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin.   Li bajarê Lubeck ê Almanyayê li dijî êrîşên  çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Lubeck û Înîsiyatîfa Denfend Kurdistan Lubeckê ve hat lidarxistin. Di meşê de alên YPJ, YPG’ê û alên sembolên Rojava hatin hildan. Di meşê de pankartên “Stoppt den Krieg der Türkei in Kurdistan, Stoppt den Krieg” û bêyî navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.   Endamê komîteya amadekar a meşê axaftinek kir û got: “Divê em bi çalakiyan li dijî êrîşên qirkirin û komujiyên li ser Rojava rawestin. Divê bê zanîn ku dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê çekan yê terorîstan e. Werin em bi hev re li dijî van qetlîam û kiryarên qirkirinê yên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.”   Di meşê de broşurên li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin belavkirin.