Wezaret hat derewandin: Cenazeya Rojînê welatiyekî dît 2024-10-15 22:42:41   WAN - Wezareta karê hundir di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ekîbên wan cenazeya Rojîn Kabaîş dîtine. Lê cenazeya Rojînê li taxa Molakasim ji aliyê welatiyekî ve hat dîtin.   Cenazeya Rojîn Kabaîş ya xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû li taxa Molakasim ji aliyê welatiyekî ve hat dîtin. Mehemt Emîn Ankay yê ji bo avdana baxçe çû Molakasim cenazeya Rojînê dîtibû. Mehmet wiha got: “Min cenaze nav avê de ferq kir. Lê cîranan got ne cenazeye. Me agahî da cendermeyan. Cenderme hatin cenaze derxistin. Dozger gazî min kir. Dema çûm cem cenazeyê cilên wê li ser bûn.” Wezaretê gotibû ekîban dîtiye.   Wezîrê karê hundir Alî Yerlîkaya jî di daxuyaniya ku da de diyar ki rku ji aliyê ekîbên wan ve cenaze li perava Molakasim hatiye dîtin.