Cenazeya Rojînê anîn ATK’ê 2024-10-15 17:54:37   WAN - Cenazeya Rojîn Kabaîş, ya ku di 27’ê îlonê de winda bibû di roja 18’an de li Perava Molakasim hatibû dîtin anîn ATK’ê.   Rojîn Kabaiş a 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima, careke din agahî jê nehat. Cenazeyê Rojîn piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.   Cenazeya Rojîn Kabaîş ji bo kar û barên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK).