Rihayî bi biryar in ku xwe bigihînin Amedê 2024-10-13 13:25:45     RIHA - Kesên ku ji Rihayê ji bo tev li mîtînga azadiyê bibin diyar kirin ku ew tevî astengiyê jî bi israr in ku xwe bigihînin Amedê û ev tişt gotin: "Em ê hewl bidin di mîtîngê de ji bo azadiya Birêz Ocalan biqîrin. Em bi hêz in, em bi moral in. û em ê berdewam bikin."     Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) Kesên ku ji Rihayê ji bo tevlî mîtînga mezin a "Azadiyê" ya li Qada Îstasyonê ya bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê dicivin" ji Rihayê derketin rê, li dijî astengiyan berxwedaneke mezin nîşan dan. Girseya ku ber bi Amedê ve 30 km dûrî bajêr hat astengkirin, li benzînxaneyekê daxuyaniya çapemeniyê da.    Di daxuyaniyê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Bekîr Karakeçîli axivî û diyar kir ku ew ê li gel hemû zextan jî li Amedê bin û got, "Gelek caran me asteng kirin û xwestin girseya me asteng bikin. Lê em ê bi îradeyeke mezin xwe bigihînin Qada Îstasyonê."