Rojnameger Dilîşan Îbîş hat bibîranîn 2024-10-13 12:46:23      NAVENDA NÛÇEYAN - Pakrewanên ragihandina azad Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Denîz, Seed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî û Dilovan Gever hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza pêkanîna xeyalên pakrewanan hate dayîn.   Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo bîranîna rojnamevan Seed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî (Welat) û Dilovan Gever ên ku di êrişa dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî (2019) şehîd bûn, her wiha nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz yên ku di encama êrişa DAIŞ`ê  ya li ser rêya Hesekê-Dêrazorê de (2017) şehîd bûn merasîmek orgenîze kir.   Merasîm li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo bi amadebûna  malbatên şehîdan, rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandinê hat lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên rojnamevanên şehîd hatibûn rakirin û li ser gora şehîdan gul hatin danîn.   Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî daxuyanî xwend.   Dilyar Cizîrî diyar kir ku hevalên wan ê rojnamevan ji bo belgekirina binpêkirin û bêhiqûqiya dewleta Tirk û komên wê û DAIŞ`ê yên li dijî sivîlan bê dudilî û bi cesareteke pir mezin berê xwe dan qadên şer û bûn milîtanên pêşeng ên ragihandina azad.   Dilyar Cizîrî got: “Ji bo kêliyên şervanên qehremaniyê belge bikin, dudilî jiyan nekirin û kamere û pênûsa xwe wekî çeka herî bi bandor bikar anîn. Bi canê xwe mertalek bi hêz a ragihandin azad ava kir û li ser xeta Xelîl Dax û Gurbetelli Ersoz zemîna ragihandina azad stûrtir kirin.”   Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku rojnamevanan heta şehadetê tekoşîna ragihandina dengê civakê domandin û got: "Hemû astengî derbas kirin û ji bo xebatkarên ragihandina azad rê vekir."   Dilyar Cizîrî îşaret pê kir kombûna wan a li vir berhema keda şehîdan e û wiha domand: "Dijmin ji rojnamevanên rastiya hovîtiya wan teşhîr dikin, ditirse, lew ra bi balafir û tevahî cûriyên çekên pêşketî êrişî wan dike. Lê  bila baş bizane, dema rojnamevenek şehîd dibe, bi dehan şopdarên wan çêdibin. Em soz didin em ê xewnên hevalên xwe yên pêkanîna azadî û demokrasiyê bi cih bînin."   Di merasîmê de bavê Şehîd Seed Ehmed, Mihemed Ehmed jî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û  got, van şehîdan di oxira derxistina rastî û hovîtiya dagirkeran de canê xwe feda kirin. Mihemed Ehmed got: “Dijmin ji pênûs û kamereya rojnamevanên me ditirse.”   Bavê Şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed jî got, şehîd Hogir kesayetek bi exlqa bû û ji bo gelê xwe şehîd bû.   Piştre serdana gora şehîd Mihemed Reşo, Hogir Mihemed û Seyid Evren hate kirin.