Ji Rojînê 16 roje agahî nayê girtin 2024-10-12 18:41:33   WAN – Li Wanê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ya 21 salî ya winda bû 16 roje agahî jê nayê girtin. Xebatên lêgerînê tu encamê nadin û laçika Rojînê li perava Gola Wanê hatibû dîtin. Xebatên li peravê didomin.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya geşa Pêşketina Zarokan pola yekemîn Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlonê de winda bû û 16 rojin agahî jê nayê giritn. Rojîn ku 27’ê îlonê de saet li dora 18.30’an de bi dayika we re axivî, ji bo biçe marketê ji Yurda Keçan a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û carek din agahî jê nehat girtin.   Di 28’ê îlonê de piştî yurdê agahî da malbatê xebat hatin destpêkirin lê tu encam nehat girtin. Malbatê got li taxa Bardakçi xebat têr nayên meşandin û got divê hemû malên li taxê bên lêgerînkirin.   Li cihê ku laçika Rojînê di roja 13’an de hatibû dîtin berê gelek carî lêgerîn hatibû kirin. Lê rayedaran daxuniyek tê nean û gumanbar jî zêde dibin.   Xebatên lêgerînê di roja 15’an de didomin.