TJK-F banga tevlîbûna çalakiyan kir 2024-10-11 11:58:51     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F’ê bi minasebeta komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiya ku wê di 12-13’yê Cotmehê were lidarxistin, bibin."   Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da û têkildarî plansaziya çalakiyan agahî da.   TJK-F’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêya jinan ronî dike û da zanîn ku divê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê were şikandin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin: "Em soza xwe dubare dikin ku heya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê şikandin û azadiya wî ya fîzîkî tê dabînkirin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Rêber Apo di têkoşîna azadiya jinên Kurd de rêya jiyana azad û wekhev nîşanî me da ye.   Em bang li hemû jin, gelê xwe, dostên xwe û derdorên demokratîk dikin ku tevlî çalakiyên ku wê di 12-13’yê Cotmehê werin lidarxistin, bibin."