‘Divê em di alî hiqûqî de israr bikin’ 2024-10-11 09:05:33     Elfazî Toral   STENBOL - Psîkiyatrîst Sabrîna Hackman û Dr. Llarîa Deî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Em der barê rewşa Abdullah Ocalan de bi fikar in. Tiştên li girtîgehan tên kirin dibin sedema fikaran. Ji bo hemû gelan piştevaniyeke navneteweyî divê pêk bê.”   Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca balê bikşîne ser Îmraliyê û girtiyên siyasî di 6’ê cotmehê de ‘komxebata tenduristiyê ya girtîgehan a navneteweyî’ pêk anî.  ji qada navneteweyî jî heyeteke saziyên tenduristiyê tevli bû. Komxebatê du roojan berdewam kir û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û hemû girtîgehên din hatin nîqaşkirin.  Di komxebatê de peyamên avakirina tora têkoşînê derketin pêş.   Psîkiyatrîst Sbrîna Hackman û Dr. Llarîa Derî  ku tevli komxebatê bûn der berê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivîn.   ‘Ez ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar im’   Psîkiyatrîsta Alman Sabrîna Hackman ku bi mexdurên îşkenceyê re dixebite, diyar kir ku di rêxistina mafê mirovan de der barê kesên îşkence dîtine de piştgiriya psîkolojîk dide. Sabrînayê da zanînku ew ji ber rewşa girtiyên li Tirkiyeyê û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fikare û wiha got: “Em ji perspektîfek psîkolojîk binêrin. Rewşa îzolasyona di asta şexsî de bandoreke mezin a demdirêj dike. Bêguman rewşa îzolekirinê tenê di nokteya şexsî de bandor nake. Di alî civakê de jî encamên wê hene. Ger kesek ji civakê bê durxistin, bê tecrîdkirin û agahî jê neyê girtin, ev encamên civakê jî derdixe holê.”   ‘Fikar bûne sedema hilweşînan’   Sabrînayê anî ziman ku  ger kesek ji civakê bê durxistin bandora vê heye û wiha dirêjî dayê: “Dema ev kes kesekî polîtîk nûneriya wî ya polîtîk hebe rewş hîn cidî dibe. Ev durxistin civakê dide fikirîn. Tecrîdkirina kesekî polîtîk bi astek jor de bandor li civakê dike. Fikarên civakê jî dibin sedema hilweşînan.”   ‘Divê alî hiqûqî de israr hebe’   Sabrînayê wiha dawî lê anî: “Pêvajoya didome û neçareserkirina şer ji tenduristiya ruh a civakî wêdetir, di alî polîtîk de encamên cidî diafirîne. Ji bo vê divê çareserî hebe.  Divê di alî hiqûqî de sirarek hebe. Divê gel berpirsyariya dewltan bîne bibîrxistin. Ji bo pêşî li bandorên neyîn bê girtin divê mafê ragîhandin û têkiliyê bikeve bin garantiyê.”   ‘Dema vegerim welatê xwe ez ê rastiyan vebêjim’ Dr. Llarîa Derî ya Îltalyan ku bijîşk e û li Romayê xebatan dimeşîne, diyar kir ku ew di organîzasyona Ambulatory Populary  Romenest ya navenda wê li Romayê ye dixebite û ev titş anî ziman: “Li ser navê organîzasyonê li tevli komxebata tenduristiya girtîgehan a navneteweyî bûm. Em bi malbatên girtiyan re axivîn.  Me der barê rewşa girtiyên nexweş de agahî girt. Me dît ku jiyana wan çiqas zehmete.Me zor û zehmetiyên ku girtî dijîn,  ji malbatên wan guhdar kirin. Bi qasî girtiyan malbat jî bi bandor dibin. Malbat û hezkirî  travmayan dijîn. Me guhdar kir. Ez dema vegerim welatê xwe van tecrubeyan wê ragîhanim.  Divê piştevaniyeke navneteweyî pêk bê.”