Xwe di ewlehiyê de hîs nakin! 2024-10-11 09:04:51   Neslîhan Kardaş-Memîhan Zeydan   WAN - Jinan derbarê qetilkirina jinan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nakin û wiha gotin: “Ma em hemû bimrin? Piştî ku cenazeya me hemûyan derkeve wê tedbîr bên girtin?”   Ji ber polîtîkayên destilatdariya AKP-MHP’ê qetilkirina jin û zarokan zêde dibin û ev jî nîşan dide ku li welat ewlehiya jin û zarokan tuneye.   Jinên Wanê der barê tundiya ku her diçe zêde dibe de axivîn û diyar kirin ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nakin.   ‘Ma em hemû bimrin’   Yagmur Laçin da zanîn ku ewlehiya jin û zarokan tuneye û got: “Gelo em ê nikaribin bi tena serê xwe derkevin derve? Bêyî agahiya malbatê em ê nikaribin derkevin derve? Divê jinên tenê bên qetilkirin? Divê tedbîrek bê giritn. Ma em hemû bimrin? Heta cenazeya me hemûyan derkeve wê tedbîr bên girtin? Divê gumanbar bên cezakirin. Lê gumanbar li derve di nav me de digerin.”   ‘Her roj jin tên qetiklirin’   Zeynep Tekîroglu jî da zanîn ku di demên dawî de xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha domand: “Mixabin her roj jin û zarok tên qetilkirin. Tu tedbîr jî nayên girtin. Mixabin jiyana jinan pir erzan e. Tu garantiya me tuneye. Berê me digot bi şev wê tiştek bê serê me. Niha her saniye em vê dijîn. Bêyî sedem. Sedema wê jî tuneye. Di rê de em tên qetilkirin. Dewlet mêr diparêze. Sûcdar cezayên xwe nakşînin. Ji ber vê jî jin her roj tên qetilkirin.”   Şeyma Yurt jî bi lêv kir ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nakin û got: “Ez bi şev diçûm etutê lê ditirsim. Ji ber vê namînim. Niha di navbera me de gumanbar hene, digerin lê em dizanin. Ev rewş me ditirsîne. Em wisa bêçare dimînin. Li welat qetilkirin pir zêde bûne. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran.”