Laçika Rojînê li perava golê hat dîtin 2024-10-10 17:44:48   WAN - Rojîn Kabaîş ya ku 14 rojin windaye, xebatê lêgerîna ji bo wê di roja 13’emîn de berdewam kir û laçika wê li perava Gola Wanê hat dîtin.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya geşa Pêşketina Zarokan pola yekemîn Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlonê de winda bû. 14 rojin agahî ji Rojînê nayê giritn û xebatên ji bo lêgerîna wê di roja 13’emîn de berdewam kir. Li cihê ku berê bi dehan carî lêgerîn hat kirin li perava taxa Bardakçi ya nêzî kampusê laçika Rojînê hat dîtin.   Wezareta Karê Hundir di daxuyaniya ku da de diyar kir ku laçika aydê Rojînê li gel peravê hatiye dîtin û dîmenên kamerayê yên 350 saetî yên aydê zanîngehê hatiye lêkolînkirin. Her wiha wezaretê da zanîn ku 12 kamerayên  li taxên Bardakçi û Çîtoren yên aydê 275 saetî jî hatine lêkolînkirin û kamerayên aydê wesayîtan yên 120 saetî jî hatine lêkolînkirin.   Xebatên ji bo Rojînê didomin.