UNICEF: Her yek ji 8 zarokan mexdûrê destavêtinê ne 2024-10-10 13:19:39     NAVENDA NÛÇEYAN  - UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jin mexdûrê destavêtin û destdirêjiyê ne.   Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî cûreyê tundiyê ku 'di asta metirsîdar de belav bûye' raporeke navneteweyî weşand.   Rapor beriya 11'ê Cotmehê Roja Keçan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin.   Li gorî raporê li tevaiya cîhanê destdirêjî û destavêtin li zêdeyî 370 milyon keç û jinan hatiye kirin ku beriya bibin 18 salî.   Ev yek jî tê wê wateyê ku her yek ji 8 keç û jinan bûne mexdûrê destdirêjî û destavêtinê.   UNICEF'ê got, "Eger mirov êrîşên li ser înternetê û devkî jî bixin nav, hingî hejmara keç û jinên li cîhanê bûn mexdûrê destdirêjî û destavêtinê 650 milyon kes e ku tê wateya yek ji pênc kesan."   Di daxuyaniyê de işaret bi gotinên Dîrektora UNICEF'ê Catherine Russell hate kirin ku got, "Êrîşa destdirêjî û destavêtinê ya li zarokan êrîşek li ser wijdanê me yê hevpar e."   Li gorî raporê li herêma Sahra ya Efrîkayê 79 milyon, li Rojhilat û Başûrrojhilatê Asyayê 75 milyon, li Herêmên Navîn û Başûr ên Asyayê 73 milyon, li Ewropa û Bakurê Emerîkayê 68 milyon, li Latîn Emerîka û Karabîkê 45 milyon, li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn 29 milyon, li herêmên Okyanûsan 6 milyon keç û jin bûn mexdûrê destavêtinê.   Li gel şer her wiha krîzên aborî û civakî jî êrîşên li dijî keçan teşwîq dikin. Russell got, "Tundiya zayendî ya civakî û destavêtin bi giranî weke çekekê têne bikaranîn û li herêmên şer lê ne hîn bêrehm tê bikaranîn."