Li Rihayê ji bo mîtînga azadiyê bang 2024-10-09 19:46:53   RIHA - Li Riha û 9 navçeyên wê ji bo mîtînga Amedê ya ku wê 13’ê cotmehê pêk bê banga tevlibûnê kirin.   Li navenda Rihayê, navçeyên wê Karakopru, Halîliye, Eyyubiye û Pirsûs, Curnê Reş, Wêranşar, Hewag, Serêkaniyê û Xelfetiyê ji bo mîtînga ku wê 13’ê cotmehê li Amedê pêk bê xebat hat meşandin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) belavok belavkirin û gel vexwendiyê mîtîngê kirin.