Li Îzmîr û Antalyayê çalakiya ‘Kobanê’ 2024-10-08 20:02:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîr û Antalyayê di 10’emîn salvegera berxwdana Kobanê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn bibîranîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, wê bi dirûşmeya  ‘ji Kobanê heta Fîlîstînê li Rojhilata Navîn aştî, jig elan re azadî’ daxuyaniyê bidana. Gelek kes tevli daxauyaniyê bûn û polîsan girse dorpêç kir û got wê destur nedin daxuyaniyê. Girseyê ev helwest bi dirûşmeyên ‘zext nikarin me biçewisînin’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’  protesto kirin.   Antalya     Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê jî li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Rêvebera DEM partî ya Antalyayê Evîn Akdag daxuyanî xwend. Evînê kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Ji bo bûyerên 6-8’ê cotmehê bi hemû heqîqeta xwe derkeve holê parlamentero li hember dîrokê berpirse.