MKG: Em polîtîkayên li dijî azadiya çapemeniyê qebûl nakin 2024-10-05 15:41:24     AMED - Tevî ku 8 meh derbas bûne jî der barê rojnamegerên li Îzmîrê hatin binçavkirin û cezayê hepsa malê li wan hatiye birîn ti îdianame nehatiye amadekirin. MKG'ê ev rewş weke derbeyek li azadiya çapemeniyê bi nav kir.   Di 13'ê Sibatê de li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtinê de nûçegîhana JINNEWS'ê Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney her wiha rojnameger Funda Akbulut hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojnameger bi awayekî nehiqûqî 4 rojan di bin çavan de man cezayê hepsa malê ji bo Melike Aydin, Funda Akbulut, Tolga Guney û Delal Akyuz hat dayin. Semra Turan jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Piştî cezayê hepsa malê hat dayin şûnde tevî ku ji ser de 8 meh derbas bûne jî lê belê hîn tu îddianame nehatiye amadekirin.    Têkildarî mijarê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Em polîtîkayên li dijî azadiya çapemeniyê qebûl nakin   Di daxuyaniyê de hat gotin neheqiya li hemberî kedkarên çapemeniya azad nayê qebûlkirin û wiha gotin:"Di vê pêvajoyê de hem azadiya hempîşeyên me hatiye sînorkirin hem jî kirina pîşeya wan hatiye astengkirin. Wekî biryarên tên dayin bêbiryarî jî derbeyeke li dijî azadiya çapemeniyê ye. Em van ceza û polîtîkayên zextxur ên li dijî azadiya çapemeniyê tên meşandin, qebûl nakin."