'Tecrîd bi komploya navdewletî girêdayiye' 2024-10-04 09:08:15     Mîdye Miqted   HELEB -  Parêzer Xalîde Mihemed têkildarîc tecrîd, komploya navdewletî û bêhiqûqiya li hember Abdullah Ocalan wiha got:"Ji destpêka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta niha Rêbertî di nava tecrîd, îşkence û qirkirinekê de ye. Ji ber sedemên siyasî ye ku ev tecrîd û îşkence li Rêbertî tê kirin. Ev rasterast bi komploya navdewletî girêdayî ye. "   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployek navdewletî ji Sûriyeyê neçar ma derkeve. Di 15’ê Sibata 1999’an de revandin û anîn Tirkiyeyê. Parêzer Xalîde Mihemed têkildarîc tecrîd, komploya navdewletî û bêhiqûqiya li hember Abdullah Ocalan nirxandin kir.   'Tecrîd bi komploya navdewletî girêdayiye'   Parêzer Xalîde Mihemed da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di binê tecrîdeke giran de ye û ev ne hiqûqî ye û wiha pê de çû:" Ji destpêka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta niha Rêbertî di nava tecrîd, îşkence û qirkirinekê de ye. Ji ber sedemên siyasî ye ku ev tecrîd û îşkence li Rêbertî tê kirin. Ev rasterast bi komploya navdewletî girêdayî ye. "   Zagon, biryar û îmzeyên navdewletî   Xalîdeyê têkildarî zagon, biryar û îmzeyên navdewletî de wiha got:" Hin mafên girtiyan jî hene ku ji hêla qanûn, peyman û peymanên navneteweyî ve têne naskirin û divê mafê wan bê dayin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve mafên mirovan di zagon, peyman, biryar û rêbazan de hatine diyarkirin. Di sala 1984’an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Wek mînak metna xala 5’an a Prensîbên Bilind ên Mafên Mirovan, piştre du peyman hatin qebûlkirin. Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî û Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî. Di van her du peymanan de tê destnîşankirin ku girtiyên di dema binçavkirinê de ji azadiya xwe jî bêpar in, xwedî maf in. Wek mînak, di metna xala heftemîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî de, bi taybetî diyar dike ku girtiyên ku ji azadiya xwe hatine bêparkirin, divê bi rêbazên mirovî û exlaqî pê re bikevin nava têkiliyan. Di sala 1955’an de Neteweyên Yekbûyî di Rêgezên Cîhana tîpîk de eşkere kir ku divê girtî rewşa wan a tendirustî bi balldarî were şopandin. Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî jî nod û çar rêgezên ku di Rêziknameya Cîhana Tîpîk a Parastina Girtiyan de hin zagon pejirand û di nava wan de ku di sala 1977'an de şert û mercên herî kêm ji bo girtiyan diyar dike, hate dirêjkirin da ku girtiyên bê sûc tê de bin. Di sala 1984'an de Neteweyên Yekbûyî Peymana li dijî Îşkence û rêbazên zorê, Dijmirovî û Xerabkar qebûl kir lê mixabin ev zagon di rastiyê de pêk nayê."   'Rêbertî ji mafê hêviyê bêpar maye'   Xalîdeyê bal kişand ser zagona mafê Hêviyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jê bêpar hatiye hiştin û wiha got:" Di sala 1950'î de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarek li ser mafê hêviyê derxist. Cara yekem ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ve di sala 1977'an de hat sepandin û Tirkiyeyê jî ew îmze kir. Her wiha Saziyên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên neteweyî û herêmî, saziyên civaka sivîl ji bo şopandina mafên mirovan erkdar in. Li gorî xala 17'an a Peymana li dijî Îşkence û Cezayan Konseya Ewropayê desteyek taybet bi navê CPT'yê ava kir. Komîteya li dijî Îşkenceya Dijmirovî û Rûmetbar, ji bo şopandina şêwazên xerab û şert û mercên girtiyan divê erka xwe bîne cih."   'Cezayên li Rêbertî tê birîn li Gelê Kurd jî tê birîn'   Di temamiya axaftina xwe de Xalîdeyê qala zagonên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bin pêkirin kir û got:"Tiştê ku dewleta Tirk bi hincetên derew û bêdîsîplînê li dijî rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan cezayên dîsîplînê yên sexte û derewîn bi kar tîne, ew di serî de derew û ji rastiyê durin ji ber ku em bi teqez dizanin ku bingeha projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li ser esasê exlaq û mirovahiyê ye cezayên neqanûnî yên ne dîsîplînê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan, tê wateya cezakirina li ser her gelên kole û kesê azadîxwaz, her wiha tê wateya cezakirina gel û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî cudahiya zayendî,nijad, reng, ol, mezheb an jî bawerî Naxwazin aloziya Rojhilata navîn bi felsefeya rêbertî çare bibe   'Dewletên kapîtalîst naxwazin pirsgirêk çareser bibin'   Di berdewamiyê de Xalîdeyê da zanîn dewletên kapîtalîst naxwazin qeyrana li Rojhilata Navîn bê çareserkirin û ev tişt anî ziman:"Dewleta tirk sêyemîn artêşa mezin a NATO'yê ye. Dewleta tirk li gel hemû dewletên modernîteya kapîtalîst diparêzin, berjewendiyên xwe li ser xwîn, maf û êşa hemû gelên ku li azadiyê digerin, ava dike. Ev dewletana bi Tirkiyeyê re naxwazin ji bo krîzên Rojhilata Navîn bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên aştiyane hebin.   'Divê CPT bi erka xwe rabe'   Di dawiya axaftina xwe de Xalîdeyê banga tevahî rêxistinên mirovî kir ku xwedî li doza Abdullah Ocalan derkevin û wiha got:" Em weke çalakvanên mafên mirovan ên Sûriyeyê, bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin ku derbarê statûya Rêbertî de daxuyaniyeke zelal were dayîn. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya fizîkî, divê zextê li ser dewleta tirk bikin. Divê CPT bi erka xwe rabe. "