Ji Şaredariya Peyasê ji bo tespîtkirina pirsgirêkên Jinan lêkolîna li qadan 2024-10-03 14:22:39   AMED - Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê, ji bo tesbîtkirina pirsgirêkên jinên dezavantaj ê li taxa Aştiyê ya 500 Evlerê rûdinên dest bi xebatên qadê kir.   Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê xebatên xwe yên li taxa Aştî ya 500 Evlerê li qadê dimeşandin, li ser çareserkirina pirsgirêk, hewcedarî, tundî û zehmetiyên aborî yên jinan bi dawî kirin. Lêkolîna li qadê hat meşandin, cureyên tundî, mekanîzmayên sepandinê, tenduristiya jinan, perwerdehî, ji bo park, sûk û kolanên ku ji bo jin û zarokan bi ewle bin li navçeyê wekî qadên giştî tên bikaranîn, jin di jiyana aborî de xuya bibin, qadên kar biafirînin çi dikare bê kirin û bi taybetî bi jinan re dê çi bê kirin pirs hatin kirin, nêrînên hemwelatiyan hatin stendin û tespit kirin.     Piştî ku pirsgirêk hatin tespîtkirin, dê ji bo çareseriyê xebat bêne destpêkirin.   Di daxuyaniya Gerînendetiya Xizametê ya Jin û Malbatê der barê lêkolînê de wiha hat gotin: “Piştî xebatên qadê yên li taxa Medyayê û 500 Evler bi dawî bûn, em ê li Taxa Peyasê jî xebatên qadê bimeşînin. Li gorî daneyên ku piştî qedandina lêkolînên qadê hatin berhevkirin, ji bo jin di jiyanek ewletir û wekhevîtir de bijîn, dê xebatên çareseriyê bêne meşandin."