Jina Êzidî ya beriya 10 salan hatibû revandin, radestî malbata wê kirin 2024-10-03 13:48:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan Fewziye Heyder Seydo ya 21 salî ku beriya deh salan hatibû revandin û ji malbata xwe cuda bû, hat dîtin û radestî malbata wê hat kirin.   Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku di encama hewldanên 4 mehan yên ji bo dîtin û vegerandina ji bo malbatê wê de, jina ciwan ya Êzidî piştî 10 salan hate dîtin û ji welatê cîran ji bo malbata wê hate vegerandin.   Hate diyarkirin ku jina ciwan ya Êzidî ku niha ji bo malbatê wê hatiye vegerandin, bi navê Fewziye Heyder Seydoye û 21 saliye.   Hêjayî gotinêye ku Fewziye Heyder Seydo di sala 2014’an de, wek gelek jinên din ên Êzidî di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatibû revandin ku wê demê 11 salî bû.   Tevî ku vê dema dawî de di hejmarek kêm de jî be, hinek jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibin rizgarkirin û ji bo malbatên wan hatibin vegerandin jî, hîna bi sedan jinên Êzidî aqubeta wan nayê zanîn.