DFG: 5 rojnamevan hatin binçavkirin 2024-10-03 10:57:38   AMED - Di rapora meha îlonê ya DFG’ê de, hate ragihandin ku bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Îlonê” aşkere kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku di van pêvajoyên ku siyaseta şer roj bi roj tê gurkirin, xizanî û şerê taybet tê kûrkirin de zextên li ser çapameniyê jî zêdetir bûn û wiha got: “Di meha îlonê de van zextan bênavber berdewam kir. Bi hinceta ‘Te çima nûçe çêkir’ rojnameger darizandin û bi tora darazê bi sînor kirin. Polîs û leşkeran gelek caran li qadê rojnameger asteng kirin û nehiştin nûçeyan bişopînin.”    Ev rewş û mînak, keyfiyeta darazê ye   DFG’ê da zanîn ku di meha îlonê de mînaka zext û êrişa herî şênber li Colemergê pêk hat û ev tişt gotin: “Bi boneya ku nûçeya fihûş û hişbirê çêkiriye polîsan bi sermala Nûçegîhana JINNEWS’ê  Rabia Onver de girtin. Onver, rastiya ku li Colemergê herkes pê zane lê newêra bîne ziman derxist holê. Lê li şûna ku rê li ber fihûş û hişbirê bigirin, avêtin ser mala rojnameger Onver. Onver a ku ji bo îfadeyê çû edliyeyê dozgerê lêpirsînê, îfade jê newergirt. Ev rewş û mînak, keyfiyeta darazê ya li dijî rojnamegeran û çapameniyê çawa wekî çûvê tirsê bikartînin radixe ber çavan.   Gef li rojnamegeran hat xwarin    Hevkarê biçûk ê AKP’ê çend rojnamegerên têkiliyê MHP’ê yên bi mafya-çeteyan re hene bi belgeyan rayagiştî re parvekirin rastê gefa mirinê hatin. Rojnameger Fırat Can Arslanê ku nelirêtî û gendeliyên di nava şaredariya Qersê de hebûn kir nûçe jî bi gefa mirinê re rûbirû ma. Kesê bi rûpoş bi riya vîdeoyê gefa kuştinê li rojnameger Murat Agirel xwar. Serokê Giştî yê Partiya Nijadperest MHP’ê Devlet Bahçeli jî bi gotina ‘Li xwe hişyar bin sûtarno’ gef li rojnamegeran xwar. Lê daraza tirk jî tenê li kesên gefa kuştinê xwar, temaşe kir.”    DFG’ê di berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Li gel ku kujer û berpirsên kuştina Narîna 8 salî nehatiye zelalkirin jî, medya alîgir mijar weke bûyereke magazîn dide şîrovekirin. Ev medya alîgir ji serê bûyerê ve bi weşanên xwe agahiyan şolî dike û nahêle gel rastiya mijarê hîn bibe. Wezîrê Kararê Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ji bo kujer û hevkarên wî derxe holê berpirsê yekemîn e. Lê Yerlîkaya cihê ku kujar û hevkaran bibîne, hewl da rojnamegerê ku pirs jê kir bêdeng bike. Li gel van helwest û hewldanan jî rojnamegerên xwestin rastiyan aşkera bikin her roj bi gefan re rû bi rû man. Parazvanên wezîrê ku diçûn serdana Waliyê Amedê mudaxileya weşana zindî ya Ferît Demîr kirin û weşan rawestandin.    Alavên rojnamegeran desteser kirin   Li Wanê rojnameger Kadir Cesûr û Ruşen Takva di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin. Cesûr û Takva bi hinceta ku ‘ketine herêma ewlehiya taybet’ ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran piştî binçavkirinê rojnameger birin qereqola li ser hidûd û bi seetan li wir rawestandin. Qereqolê bi biryara dozger dest danî ser cîhazên rojnamegeran. Ev hewildan rast e rast mudaxileya wergirtina mafê gel a nûçeyan e. Girtin û rawestandina di qereqolan de desteserkirina wênekêş û cîhazên din rojnamegeran bêhiquqiye û êrişa li dijî rojnamegeran e. Derbarê rojnameger Melek Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglû jî ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsîn hate destpêkirin.     Biryara qedexeyê ya xwegihandinê    Bi van zextan re biryarên qedexeya sansur û xwegihandina nûçe û weşanan jî bênavber pêk tên. Ev li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didomin. Bi van tundiyan rêjeya biryara qedexeyên xwegihandina nûçe û weşanan derketiye asteke xeternak. Ev rêbaz weke parastina AKP’yiyan tê bikaranîn. 645 nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên li ser Serokê Ragihandina Serokomariyê  Fahrettin Altun bi boneya mafên kesayetî tên binpêkirin xwe gîhandina agahiyan hat qedexekirin. 3’yemin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê li gorî hejmara 2024/8772 îlona 2024’an ev biryar wergirt. Biryara qedexeyê ya xwegihandinê ji bo qonaxa Altûn a li derbenda Stenbolê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber qonaxa qaçax bûn hilweşand. Biryara qedexeyê ya xwe gîhandina 396 entry, 5 sernav û 401 naverokên Ferhenga Ekşî ji ber îdiayên hilweşandina qonaxê û di mehek de stendina 4 muçeyan ya ji aliye Altun ve hatin derxistin. Rewşên wisa di serdema Almanyaya Hîtler de di pratîka Gobbels de jî nehatine dîtin.    Rojnameger neynika civakê ne   Li gel van astengî û zextan em careke din binê vê rastiyê xêz dikin ku çêkirina nûçeyan karê rojnamegeran e. Rojnameger neynika civakê ne. Mîsyona darazê ew e ku îdiayên rojnamegeran bidarizîne û derbarê kesên ku sûc kirine de biryarên îdarî bide. Lê ev rewş di serdema AKP’ê de berovajiye. Daraz azadiya çapameniyê tune dihesibîne û rojnamegerên nûçe çêdikin dike hedef.   Her çend zext û sansura desthilatê û darazê li ser rojnamegeran zêde bibe jî em ê di nîvîsandina heqîqetê de bi tu awayî tavîz nedin. Helwest û biryardariya me ya aşkerakirina heqîqetê dê bidome. Weke helwest û biryardariya xebetkarên Çapemeniya Azad ên hatin qetilkirin; Weke Berpirsa Weşana Rojnameyê Gurbetelî Ersoz û Nagihan Akarsel bi biryar be. Bi vê boneyê di salvegera dilovaniya Akarsel û Ersoz de wan û hevalê wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”    Hejmara rojnamegerên girtî    Herî dawî di raporê de, hate ragihandin ku bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, êrişî organeke weşanê hatiye kirin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û 9 rojnamevan hatine astengkirin. Her wiha derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin û hejmara rojnamevanên girtî ligel 2’yê cotmehê bûne 37. Her wiha 5 malperên înternetê hatine girtin, 699 nûçe û 409 hesabên medyaya dîjîtal hatine astengkirin.