Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday jiyana xwe ji dest da 2024-10-02 10:43:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê Nexweş Abdulkadîr Kuday ku li gel nexweşiyên xwe yên giran nehat tahiliyekirin jiyana xwe ji dest da.   Girtî Abdulkadîr Kuday (52) ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiya giran jî nedihat berdan, îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Birayê Abdulkadîr, Salih Kuday da zanîn ku kekê wî di saetên serê sibehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û ji bo wergirtina cenaze dê bi rê bikevin.    Abdulkadîr Kuday, di sala 2014’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate girtin. Abdulkadîr ewil birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Ji ber zexta raya giştî 4 sal piştre di sala 2021’ê de Abdulkadrî sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Li nexweşxaneyê ji ewil teşhîsa fitqa piştê hate kirin. Lê belê piştî êşên wî zêde bûn, dîsa birin nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketiye. Abdulkadîr, felc bû û êdî nedikariya bimeşe. Di 1’ê kanûna 2021’ê de jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû hat kirin.   Nehat tahliyekirin   Nexweşxaneya behsa xeberê ji bo Abdulkadîr rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da. Lê belê di raporê de got; “Dikare di Girtîgeha bi Tîpa R’yê (Rehabîlîtasyon) de bimîne.” Li ser vê yekê jî di 12’ê çileya 2022’yê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Metrîsê hate kirin.    Rewşa Abdulkadîr a li vir hêj bêhtir giran bû. Lê tevî vê jî cezayê wî nehat taloqkirin. Di 20’ê tebaxê de rewşa Abdulkadîr girantir bû û sewkî Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê hate kirin. Abdulkadîr, bertek nîşanî neberdana xwe da û tedawî red kir. Li ser vê yekê dîsa birin girtîgehê.    Daxwaza wî ya herî dawî ew bû ku li gel zarokên xwe be    Ji girtiyên nexweş Serdal Yildirim ku bi Abdulkadîr re dima, di 19’ê tebaxê de bişert hate tehliyekirin û daxwaza Abdulkadîr a dawî bi van gotinan vegotibû: “Ez dixwazim di rojên xwe yên dawî de li cem zarokên xwe, li cem malbata xwe bim.”    Parêzerên Abdulkadîr û parlamenterên DEM Partiyê di serî de Wezareta Dadê, di rojên berê de ji bo tehliyekirina Abdulkadîr Kuday serî li gelek cihan dabûn. Lê belê ev serlêdanên wan bêbersiv hatibûn hiştin.