Şaredariya Bismilê Protokola CEMR'ê îmze kir 2024-10-01 15:58:42   AMED - Hevşaredarên Bismilê Protokola "Peymana CEMR'ê ya di jiyana herêmî de wekheviya jin û mêran" îmze kir.   Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû Protokola "Peymana CEMR'ê ya wekheviya jin-mêr di jiyana herêmî de" îmze kirin. Bi vê protokola îmzekirî re tê armanckirin ku wekheviya jin û mêr di hemû qadên jiyanê de (siyasî, aborî, civakî û çandî) bi bandor were bicihanîn û ji bo avakirina civaka demokratîk pergala hevserokatiyê were xurtkirin.   Protokola CEMR'ê çi ye?   Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) nûner û rêxistineke siyasî ya hikûmetên herêmî û yên li Ewropayê ye. CEMR ku di sala 2006'an de "Peymana Ewropî ya Ji bo Wekheviya Jin û Mêran di Jiyana Herêmî de" ku hem belgeyeke siyasî ye û hem jî amûrek pratîkî pêş xist, di sala 2006'an de û herî dawî di sala 2022'an de nû kir, armanc dike ku hemû beşên civakê bi awayekî wekhev sûdê werbigirin. Li gor vê tê gotin ku tevlîbûna hevseng a jin û mêr a di pêvajoyên biryargirtinê de di plansazkirin, pêkanîn û şopandina xizmetên şaredariyê de şertek ji bo civakek demokratîk e.   Partiya ku îmze kiriye, weke “taahuta siyasî” qebûl dike ku mafê wekheviya jin û mêr ji bo demokrasiyê pêwîstiyeke bingehîn e û di civakeke demokratîk de jêhatîbûn, zanîn, ezmûn û afirîneriya jinan nayê paşguhkirin. Ji bo vê yekê, îmzeker piştrast dike ku jinên ji pêkhateyên cuda yên civakî û komên temenên cuda, li ser esasê wekheviyê di hemû qonaxên pêvajoyên biryardayîna siyasî û giştî de cih digirin, beşdar dibin û temsîl dikin.