Li Ranyeyê Festîvala Berhemên Navxweyî 2024-09-26 14:02:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ranyeyê 2'yemîn Festîvala Berhemên Navxweyî bi dirûşmeya ‘Girîngî bidin bi berhemên navxweyî û hewldanên cotyaran’ hate lidarxistin.   Li parka Derwaze ya bajarokê Ranye ya ser bi navenda Îdareya Raperîn, bi pêşengiya Rêveberiya Giştî ya Çandinî ya Raperînê, bi navê ‘Girîngî bidin bi berhemên navxweyî û hewldanên cotyaran’ 2'yemîn Festîvala Berhemên Xwemalî hate lidarxistin.   Yek ji berpirsên îdareya Raperîn Hîwa Qerenî derbarê festîvalê de ji ajansa me re axivî û got; “Armanca me ya vê festîvalê, nîşandana keda cotyaran û bazarakirina berhemên navxweyî ye. Herwiha em dixwazin van cotyarên nimûne, bi hikumetê jî bidin nasîn. Divê festîvalên bi vî awayî werin lidarxistin, bi taybet ji ber Raperîn herêmek girîng ya çandiniyê ye, ev festîval girîng in. Em dixwazin hîn zêdetir girîngî bi berhemên navxweyî û festîvalên wiha were dayîn. Ji ber ku ev yek ji bo cotyar û dahata navxweyî jî gelek girîng e.”