Ji Gerînendetiya Jinê ji bo xebatkarên mêr ên zabiteyan semîner 2024-09-26 09:36:51     AMED - Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê bi mijara “Zayendetiya Civakî” semînerek e perwerdehiyê da xebatkarên mêr ên zabiteyan.    Yekîneya perwerdehiyê ya Gerînendehiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê semînera perwerdehiyê bi navê “Zayendetiya Civakî” da xebatkarên mêr ên li Gerînendetiya Zabiteyan dixebitin. Hat diyarkirin ku Gerînedetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê dê van semînerên perwerdehiyê ji bo gerînende û yekîneyên din ên mêr ku dixebitin jî bidomîne.