Banga 'bila tîpên Y û S'yê bên girtin'

  • 11:32 1 Hezîran 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê got: ‘’Girtîgehên tîpa Y û S û yên ewlekariya bilind weke çalan in û divê werin girtin.’’
 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan bal kişandin ser şert û mercên pir xirab ên girtîgehan û gotin: ‘’Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê ji 2'yê Gulana 2024'an ve 329,151 girtî hene. Modelên girtîgehê yên ku ev girtî lê tên ragirtin, wisa ne ku bi demê re zirarên pir mezin didin girtiyan. Li Tirkiyeyê 22 jê yên ewlekariya bilind, û 14  jê yên tîpa Y û 7 jî yên tîpa S yanî bi tevahî 43 girtîgehên ku weke ‘çalê’ tên pênasekirin, hene.’’
 
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
 
"Girtîgehên di wan demên dawî de hatine avakirin yên ewlekariya bilind û tîpa Y û S ew cure girtîgeh in ku îzolasyona civakî, tecrîd û binpêkirinên mafan lê gelekî zêde bûne. Di van girtîgehan de girtî di hucreyên yekkesî yan jî sêkesî de tên ragirtin. Her wiha cihên hewa standinê li van girtîgehan tune ne û  ji bo ku girtî hev nebînin jî di saetên cuda de rojê saet û nîvan derdixînin ber hewayê.
 
Cemîl Kûrt û Alîşan Gul ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê tên ragirtin bi daxwaza girtina van girtîgehên ku di nava raya giştî de weke 'Tîpa Çalê' tên pênasekirin û sewqkirina girtiyan a ji bo li girtîgeheke li nêzî malbatên wa, ji 11 Adarê ve greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
 
Greva birçîbûnê ya Nûrettîn Kaya ku ji bo hevalên xwe dabû destpêkirin kete roja 223’yan. Nûrettîn li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û daxwaza wî ya sewqê hate qebûlkirin. Di nava devê Nûrettîn Kaya yê ku nikare bêhna bide û bistîne û daketiye 40 kîloyî de birînên mezin çêbûne, dest û piyên wî werimîne û êşên gelekî giran dikişîne.
 
Li hemberî vê rewşê ji aliyê rayedaran ve tu pêngav nayên avêtin ku jiyana girtiyên ku tekane daxwaza wan sewqkirina li girtîgehên li nêzî malbatên wan in, tune tên hesibandin û rayedar di sirgûnkirina kêfî û derqanûnî de israr dikin.
 
Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku demildest daxwazên Cemîl Kûrt û Alîşan Gul ku daxwaza sewqkirina li girtîgeheke li nêzî malbata xwe dikin, were qebûlkirin û ji bo rakirina pergala tecrîdê ya li girtîgehên ewlekariya bilind û tîpên Y û S pêngav werin avêtin û ew cure girtîgeh werin girtin.’’