'Tecrîd tenê ne pirsgirêka Gelê Kurdan an jî ya HDP'ê ye' 2019-01-14 09:03:00   ENQERE - Siyasetmedarên HDP'ê ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Bang kirin, diyar kirin ku tecrîd tenê ne pirsgirêka Gelê Kurd an jî HDP'ê ye û gotin ku divê platformên jinan, kesên şoreşger û siyasetmedar hemû li dijî tecrîdê rabin ser piyan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Gueven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin 68 roj li dû xwe hişitin.  Ji bo piştevaniya bi çalakiya Leylayê re jî li 30 girtîgehan bi dehan girtî di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. Jinên Siyasetmedar jî ku piştgirya xwe bi Leylayê re ragihandin banga bidawîkirina tecrîdê kirin.   'Tecrîd sûcê lidijî mafên mirovan e'   Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Enqereyê Zeyno Bayramoglu, diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mafên mirovan û li dijî peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine. Zeynû wiha berdewam kir: "Divê ku her kes bêdengiya xwe ya li dijî vê çalakiya 68 roj li dû xwe hiştin xira bike. Tecrîd tenê ne pirsgirêka HDP'ê û ya Gelê Kurd e. Ev pirsigirêka tevahiya civakê ye. Kesên ku li dijî vê tecrîde heta îro bêdeng mane divê bêdengiya xwe xira bikin. Êdî dem ne dema bêdengmayînê ye."   'Em bang li platformên jinan dikin ku bêdengiya xwe xira bikin'   Ji Rêveberiya HDP'ê ya Enqereyê Betul Koca jî diyar kir ku Leyla bal kişandiye ser xala çareseriyê, ji 7'ê hilbijartinên Hezîrana 2015'an de polîtîkaya êrîşkirinê di meriyetê de ye û ev tişt got: "Kesên ku aştiyê dixwazin digirin. Akademîsyeynan digirin. Hewl didin jinan bêdeng bikin. Dixwazin hemû kesên ku îtîrazî vê pergalê dikin bêdeng û tenê bihêlin. Ji ber vê çalakiya Leyla Guven bi wate ye.  Wekî jin ji vê çalakyê re pêşngtîkirina wê jî tê wateya ku berxwedana jinê pêşve biriye. Em bang li hemû platformên jinan dikin ku li dijî çalakiya Leylayê bêdeng nemînin. Herwiha em bang li tevahî saziyên sivîl û yên muxalîf jî dikin ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Em ê banga xwe ya aştî û demokrasiyê dubare bikin û dest jê bernedin."     'Parlamento bêdengiya xwe berdewam dike'   Parlamentera HDP'ê Dîlşad Canbaz jî diyar kir ku Leyla Guven îradeya gelê Colemêrgê ye û rewşa tendirustiya wê her ku diçe ber bi xeterê ve diçe. Dîlşad di wiha berdewam kir: "Pêvajo bi pirsgirêk û xeter e. Parlamento, îkdtîdar  û mûxaleftê guhên xwe girtine û lal bûne. Di serî de jin divê ku her kes piştgiriyê bide daxaza Leylayê."   'Divê her kes ji hêla xwe de deng bidin'   Dîlşad diyar kir ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê di meriyetê de ye û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Tecrîd di heman demê de li ser Gelê Kurd, Elewî, kedkar, jin û li ser hemû kesên mucxalîf tê meşandin. Divê em hemû ji hêla xwe ve bibin deng. Ev tecrîda li ser Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Heta ku Leyla bê parlamentoyê gel me divê her kes ji hêla xwe ve deng bide dengê Leylayê. "