Çalakiya Leyla Guven di roja 67’an de ye! 2019-01-13 09:15:43   Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku rewşa Leyla Guven ya di roja 66’emîn a greva birçîbûnê de ye hatiye astek krîtîk û wiha got: “Parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven di grevê de ye û di rewşa ku tiştek pê bê de wê rê li ber pirsgirêken ku welat nikaribe ji binî rabe vebike.”   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Bi armanca piştgirîdayîna Leyla Guven li gelek girtîgehan jî 226 girtî ketin grevê. Parêzerên ku piştî demekê bi Leyla Guven re hevdîtin kirin, diyar kirin ku mîdeya wê êdî vexwarinê jî qebûl nake û di meşê de zehmetiyan dikşîne. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê rewşa Leyla Guven ya krîtîk bûye de axivî.   ‘Yekane daxwaz rakirina tecrîdê ye’   Dîlanê daxuyakirin ku bi armanca piştgiriya Leyla Guven ligel girtîgehan li Herêma Federal a Kurdistan, bakurê Kurdistanê û li Ewropayê jî grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Niha li nêzî 30 girtîgehan ji 200’î zêdetir girtî ketine greva birçîbûnê. Grev her diçin li cîhanê belav dibin. Yekane daxwaza girtiyan a ji bo bedena xwe dane ber mirinê heye û ev jî bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.”   ‘Tecrîd li ser hemû gelan pêk tê’   Dîlanê destnîşan kir ku tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan pêk nayê li ser hemû civakê pêk tê û ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Li seranserê welat dijhiqûqî û edaletî yên ku tên meşandin, veguhertin polîtîkayek kûr a şer. Leyla Guven vê her tim tîne ziman. Em dizanin li ser dijminahiya li hember kurdan çawa şer derdixin.”   ‘Birêz Ocalan dikare li pêş pêvajoya şer bisekine’   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de banga bidawîkirina tecrîdê li hikûmetê kir û got yekane kesê pêşî li pêvajoya şer bigire Birêz Ocalan e. Dîlanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji nûve li Tirkiyeyê mijara demokrasiyê bê nîqaşkirin. Divê aştî û îradeya gel bê nîqaşkirin. Greva Leylayê hatiye astek krîtîk. Êdî nikare vxwarinê jî vexwe û di meşê de zehmetiyê dikşîne. Ger  ku tiştek pêk bê, wê rê li ber pirsgirêke ku welat nikaribe ji binî rabe vebike.”