Bedîa Ozgokçe: Li bajarên Kurdan OHAL didome! 2019-01-11 09:15:54   WAN - Bedîa Ozgokçe ya HDP’î diyar kir ku bi awayekî fermî OHAL rabûye lê pêkanîn hîna li bajarên Kurdan didomin û wiha got: “Li herêmê wesayîtên zirxî hene. Kontrolên rê didomin. Kontrola nasnameyan û serdegirtinên malan didomin. Şert û mercên OHAL’ê hîna didomin.”   Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde di 20’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û di pêvajoya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin muxalîf hatin çewisandin. Ji ber pêkanînên ketin dewrê bi sedhezaran kes hatin îxrackirin, girtin û binçavkirin. OHAL 730 roj şûnde di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi awayekî fermî hat rakirin.   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku OHAL bi taybet li bajarên Kurdan xistine dewrê û wiha pê de çû: “OHAL bi pêkanînan hat dirêjkirin. Piştî îlankirina OHAL’ê li hember tevgera siyasî ya Kurd operasyon pêk hatin. Bi hezaran kes hatin girtin. Bi KHK’yan 150 hezar kes bêyî sedem ji kar hatin avêtin. Tiştên bi qanûnan nikaribûn bikin bi KHK’yan pêk anîn.”   ‘Li ku derê Kurdek hebû ji kar avêtin’   Bedîayê her wiha daxuyakirin ku bi OHAL’ê re hemû mekanîzmayên dewletê bê bandor mane û ev tişt bi lêv kir: “Bi KHK’yan qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP’ê kirin. Rojname hatin qedexekirin. Akademîsyen ji kar hatin avêtin. Parêzer, dadgeh, karker, kedkar û rojnameger hatin girtin. Bi taybet li hember karkeran pêk hat. Li ku derê Kurdek hebû ji kar avêtin.”   ‘Azadî hatin rakirin’   Bedîayê destnîşan kir ku AKP’ê pergala xwe bi OHAL’ê kiriye meriyetê û got AKP’ê pergala dîktator a faşîst pêngav bi pêngav ava kiriye û OHAL ji bo wan bû derfet û bi vê hemû mafên mirovan û azadî hatin rakirin. Bedîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hinceta OHAL’ê hemû kesê nêzî HDP’ê hatin binçavkirin. Di rojên borî de li hember HDP’iyan operasyon pêk hatin. Mînak li Erdîşê hemû rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Yanî bi awayekî fermî dibe ku OHAL rabûye lê pêkanînên wê hîna didomin. Em şert û mercên OHAL’ê dijîn. Li girtîgehan îşkence û şîdet heye. Li hemberî Kurdan û muxalîfan hîna êrîş hene.”